26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Ti bûyer û karesat nikarin bibin sedema ku Kurd dev ji maf û daxwazên xwe berdin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi minasebeta 53 saliya Şoreşa Eylûlê peyamek pêşkêş kir û tê de ragihand ku pêwîst e bi heman rih û bi diroşmeya (Yan Kurdistan yan Neman) li hember terorîstan û şerxwaz û dagîrkeran şer bikin û tevahiya axa Kurdistanê ji wan paqêj bikin, herwiha got ti bûyer, rûdaw û karesatek nikare bibe sedema wê yekê ku Gelê Kurd dev ji maf û daxwazên xwe yên reva û mafên xwe yên netewî berde.

Ev jî tekesta wê peyamê ye;

Bi navê xwediyê mezin û dilova

Di demekî de 53 saliya şoreşa Eylûla mezin pîroz dikin ku gelê me di nava şereke çarenivîsaz deye û pêşmergeyên qehreman bi nuneratiya tevahiya cîhana azad şerê terorîstan dikin û gelê Kurdistanê bi ti awayî rê nade teror û dagîrkerî li ser îradeya vî serkeve.

Bawerî bixwe bûn û redkirina zilimê û dagîkerî hevîna sereke ya şoreşa mezin a Eylûlê bû û nirx û çanda vê şoreşa han wisa kir ku gelê Kurd di qonaxên din yên şoreşê de bi berxwedan û qehremanî di têkoşîna xwe de berdewam be û destekfên mezin jî bidest bixe.

Em niha pêwîst e bi heman rih û bi diroşmeya (Yan Kurdistan yan Neman) li hember terorîstan û şerxwaz û dagîrkeran şer bikin û tevahiya axa Kurdistanê ji wan paqêj bikin, di şoreşa Eylûlê de gelê Kurd pişta xwe da îrade, karîn û baweriya xwe û bi beşdariya tevahiya pêkhate û çînên civakê bi yek rêzî û yek dengî karî nasname û hebûna xwe biparêze û îradeya neyaran bo ji nav birina gelê Kurd têk bide, di bîranîna han ya pîroz de lazime tevahiya me wegerîn ser amanc û nirxên bilind yên şoreşa mezin ya Eylûlê yaku di 11ê Eylûla 1961an de destpê kir û ev yek bikin çira û rûnahiya qonaxa niha yaku tê de dijîn.

Di dema şoreşa Eylûlê de Gelê Kurd bi tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên xwe ve karî bihevre jiyan bike bingeha jiyana siyasî û ew şerê ku niha tê kirin jî bo parastina ev buha, nirx û pirensînên azadîxwazî û aştiyaneye ku di şoreşa Eylûlê de bingeha wan hatiye avêtin.

Cêyê serbilindiyê ye ku niha yek dengî û yekrêzî di navbera tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanî de heye û pişt bi xwedê bi îradeya gelê Kurd û hêzên pêşmerge vê gelê Kurd di şerê terorîstên reşbîn de serkeve.

Her bi minasebeta vê bîranîna han ya pîroz lazime ji gelê hêja yê Kurdistanê re bêjim ku ti bûyer, rûdaw û karesatek nikare bibe sedema wê yekê ku gelê Kurd dev ji maf û daxwazên xwe yên reva û mafên xwe yên netewî berde.

Êrîşên terorîstan bo ser Kurdistanê û herwiha ew karesatên ku bi ser birayên me yên Êzidî, Mesîhî û pêkhateyên din yên Kurdistanê de hatine revatiya zêdetir didin mafên me yên netewî lewre lezime tevahiya me bihevre li ser yek rêzî û yekdengî biîsrar bin daku bikaribin ev mafên ku gelê Kurd bi dehan sala bo bidest xistina wan tê dikoşe bidest bixin.

Lazime bûyerên vê dawî û herwiha êrîşên terorîstan û neyarên azadî zêdetir hana me bidin daku tevahiya me bihevre perjîneke bihêz bo gelê xwe çê bikin daku Kurdistan ji agirê kîn û fitneya neyaran biparêze.

Her bi vê minasebeta han ya pîroz hezaran silav pêşkêşî canê paqêj yê Şehîdên serbilind yên ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de canê xwe bo keramet û şerafeta gelê Kurd feda kirine dikim û perser û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî malbetên wan dikim.

Herwiha sipasiya berxwedana xelkê Kurdistanê û canfedayiya hêzên pêşmerge dikim ku şev û roj bi çavnetirsî ax û welatê xwe diparêzin.

Bijî Kurdistan
Nemirî bo şehîdên rêya azadiyê

Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî
10.9.2014

Nûçeyên têkildar