Fazil Nebî: Wê mûçeyê fermanberan bê şandin

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê berê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê ragihand ku ligel dest bi karbûna Wezîrê nû yê Darayî yê, wê mûçeyê fermanberên Kurdistanê bên şandin.
Birîkarê berê yê Wezareta Darayî Fazil Nebî ji KDP.info re ragihand ku şanda danûstandinan ya Herêma Kurdistanê ligel şamda Hevpeymaniya Niştîmanî lihev kirine ku mûçeyê mehane yê fermanberên Kurdistnê bişînin.
Fazil Nebî, tekez kir ku êdî bi ti awayî mûçeyê fermanberên Kurdistanê dereng nakeve û ji niha û pê ve wê di dema xwe de mûçeyên xwe bistînin.
Nebî ew yek vegerand ser wergirtina kurdekî kursiyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê.
Ev 8 meh bûn ku ji ber nakokiyên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsa enerjiyê Hikûmeta Bexdayê mûçeyê fermanberên Kurdistanê ne dişand.




