26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li eniyên berevaniyê de salvegera şoreşa Eylûlê dikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dezgeha bilind a Eylûlê amaje bi serkeftina Şoreşa Eylûlê dike û dibêje Pêşmergeyên wê şoreşê niha jî di eniyên berevaniyê de ne li axa Kurdisanê li dijî çekdarên DAIŞê û neyarên kurdan.
Qadir Qadir, berpirsê Dezgeha Bilind a Eylûlê derbarê salvegera Şoreşa Eylûlê ji KDP.info re ragihand: “Me ji sala 1961 ve eniyên berevaniyê û berxwedaniyê bi rêberayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û Barzariyê nemir hilbejar, lewra şoreş neçar bû dest bavêje çekan û berevaniyê li ax û niştîmanê xwe bike. “
Ew Pêşmergeyê ku niha ligel hejmarek Pêşmergeyên şoreşa Eylûlê li eniyên berevaniyê ne, dibêje: “Bo mana şeref û kerameta kurdane, em ti demê çoga xwe ji kesî re danaynin, îro jî Pêşmerge rûbirûyê mezintirîn girupa terorîstî bûye, ku mirov, wijdan û ol wan nasnakin, lewra em wek Pêşmergeyên Eylûlê şerê wan çekdaran dikin û em omdewarin van nêzîkan wan jinavbibin, bi piştevaniya Gelê Kurd û Xwedayê mezin emê bi ser bikevin.”
Wiha got jî: “Îro Pêşmergeyên şoreşa Eylûla mezin, biryar dan ku ahenga serkeftinê ligel van kurên aza û biwêr û bi bawerî li eniyên şerf û berevaniyê vê savegerê bikin.”

Nûçeyên têkildar