26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

John Kerry: Ebadî amadeye kêşeyên Bexda û Kurdan çareser bike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re got, “ Serokwezîrê nû amede ye kêşeyên navbera Bexda û kurdan gavek zûtir çareser bike.”

Kerry îro berdesê sibê gihîşt Bexda paytextê Iraqê û ji hêla Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî ve hat pêşwazîkirin. Kerry piştre bi Heyder Ebadî Serokwezîrê Iraqê hate ba hev û derbarê borandina qeyrana Iraqê gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê DYAyê Kerry piştî civîna bi Ebadî re civîneke çapemenî lidar xist û got, “Amerîka piştgiriya plan û hewlên serokwezîrê nû dike ku başbûneke berfireh li Iraqê saz bike.”

Kerry, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Serokwezîrê nû yê Iraqê amade ye, bi awayeke lez kêşeya dosyeya petrolê ya li gel kurdan çareser bike. Her wiha amadeye daxwazên sunneyan jî di vê hikûmete de bicih bîne.”

Nûçeyên têkildar