26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Holanda: Em rijd in li ser parastina Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed, daxwaz ji hikûmeta Holandayê kir ku di şerê DAİŞ’ê de hevkariya Herêma Kurdistanê bike û got: “Ji ber niha Pêşmerge û Herêma Kurdistanê ji dêlva hemû cîhanê ve şerê terorê dikin bo parastina nirxên însanî.”

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed îro ligel parlamenterên Êzdî, Mesîhî û kêmneteweyên din ên li parlamentoyê serdana Wezareta Derve ya Holandayê kirin û ji aliyê Wezîrê Derve yê Holanda Frans Timmermans û çend berpisên din ên wezaretê ve hatin pêşwazîkirin.

Yusif Mihemed di civîna ligel berpirsên Holandî de bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê, şerê terorê û koçberbûna bi hezaran malbatên Kurd ên Êzdî, Mesîhî û Ereb ji navçeyên din bo Herêma Kurdistanê.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê got: “Ligel ku 8 meh e hikûmeta İraqê meaşê fermanberên Kurdistanê neşandiye û krîzeke aborî li Herêma Kurdistanê derketiye, lê dîsan Kurdistan bûye hêlîna aramiyê bo zêdeyî milyonek koçber, loma divê Holanda û civaka navnetewî alîkariya me bikin.”

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yusif Mihemed, herwiha daxwaz ji Wezîrê Derve yê Holandayê Frans Timmermans kir ku di warê demokrasî û parastina mafê mirov de hevkariya Herêma Kurdistanê bikin daku zêdetir demokrasî cihê xwe bigire.

Wezîrê Derve yê Holandayê Frans Timmermans jî got: “Em pêdagirin li ser parastina Kurdistanê, ji ber ewlekarî û aramiya Herêma Kurdistanê, faktorekî aramiya navçeyê ye. Lewra her çi ji destê me were em dê alîkariya Herêma Kurdistanê bikin û hemû bijarde vekirî ne ligel bijardeya leşkerî jî bo parastina Herêma Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar