26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sibê dest bi belavkirina mûçeyan dibe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Darayî ragihand ku sibê wê mûçeyê meha Tîrmehê yê çend wezaretan bê belav bikin.

Berdevkê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dilêr Tariq ji KDP.info re ragihand: sibê (11ê Îlonê) fermanberên Wezareta Darayî û Ewqaf û Karûbarên Olî wê mûçeyê meha Tîrmehê werbigrin.

Dilêr Tarîq herwiha dibêje: Li roja yekşemê (14 Îlonê) jî wê dest bi belavkirina mûçeyan bi ser Wezareta Tendirûstiyê û Elektirîkê bê kirin.

Berdevkê Wezareta Darayî tekez kir ku ew hewlên cîdî didin bo peydakirina mûçeyê wan wezaretên ku hîna mûçeyên xwe belavnekirine, da ku di demekê nêzîk de bi ser fermanberên xwe de belav bike.

 

Nûçeyên têkildar