26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Goreke komî ya êzîdiyan hate dîtin..Nîvê wan zarok û kal û pîrin

Çavkanî: KDP.info

Zummar-KDP.info- Koreke komî ya êzîdiyan li gundê Birdiya ser bi nehiyeya Zumarê hate dîtin ku di nav de 14 term hebûn û 5 ji wan termê zarokan in.

Berpirsê navçeya Dîcleyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Zummarê Hesen Xelo ji KDP.info ragihand, “Goreke komî ya êzîdiyan li gundê Birdiya ya ser nehiyeya Zûmar hatiye dîtin. Di nav de 14 term hebûn û ji wan 5 term ên zarokan bûn.”

Her wiha Hesen Xelo derbarê qurbanên gora komî de jî got, “14 kes di goreke komî de hatine binaxkirin. 5 ji wan zarok in. Destê hemuyan li pişta wan girêdayîye. Ev jî diyar dike DAIŞê ew kuştine.”
 

Nûçeyên têkildar