26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kî-Moon: Pêwîst e karnameya kabîneya nû di dema xwe de bê bicîhanîn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-Moon pêşwazî li avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Heyder Ebadî kir û hêvî xwest ku karnameya kabîneya nû ya ku parlamentoyê dengê baweriyê dayê, di dema xwe de bê bicîhanîn.

Di daxuyaniyekê de Ban Kî-Moon bi boneya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pîrozbahî li Serokwezîrê nû Heyder Ebadî kir û ew yek bi pêngaveke girîng bo dabînkirina aramî û tenahiyê li tevahiya welêt da zanîn

Ban Kî-Moon bang li serkirdeyên Iraqê kir ku di piroseya siyasî de berdewam hevkar bin û li ser kursiyên kabîneyê yên ku vala mane, zû li hev bikin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî hêvî xwest ku karnameya kabîneya nû ya ku parlamentoyê dengê baweriyê dayê, di dema xwe de bê bicîhanîn û wiha got: “Pêwîst e hemû pêdivî û daxwazên tevahiya pêkhateyên Iraqê li ber çav bên girtin.”

Nûçeyên têkildar