David Cameron: NATO birayara ji nav birina DAIŞê da

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Berîtanyayê ragihand ku Hevpeymaniya NATOyê biryar da ku rêxistina Dewleta Îslamî ya radîkal, ku bi navê DAIŞê tê naskirin, ji nav bibe, Tikriyê, Amerîka û welatên erebî jî li Erebistana Siûdiyê bo heman mebestê dicivin.
Di civîna Parlementoya Berîtanyayê de, duh 8ê Îlûnê, David Cameron tewerên civîna NATOyê, ya ku 4–5ê mehê li Walesê birêve çûbû, aşkere kir ku ew jî li ser krîza Ukrayna, xerciyên leşkerî, encamdana çaksaziyan di nava NATOyê de, tundrewiya îslamî û Efxanistanê bûn.
Cameron ragihand ku, derbarê DAIŞê de NATOyê biryar da ku hemû karînên dîplomatîk, leşkerî û mirovî bikar bîne bo ji nav birina rêxistina navborî.
Serokwezîrê Berîtanyayê got jî: “Em dê berdewam bin li ser kar ligel Kurdan, emê çekan pêşkêşî wan bikin û hêzên wan perwrde bikin, emê alîkariya hikûmeta nû ya Iraqê jî bikin.”
Tekez kir jî ku, dê ew berdewam be li ser komkirina hevbendan bo cîbcîkirin pilaneke gitşgir bo nehiştina DAIŞê, amaje kir jî ku wî duh, duşemê, peywendî bi Sekreterê Gitşê yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki–moon re kir û daxwaz jê kir ku piştgiriya hewlên ji nav birina DAIŞê bike.




