26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barznî û Ebadî hevnêrîn bûn ku şaşiyên hikûmeta derbasbûyî neyên dûbare kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya pêwendiyeke telefonî pîrozbahiya pêkanîna kabîneya nû ya Iraqê li serokwezîrê nû Heyder Ebadî kir û di wê pêwendiyê de herdû alî hevnêrîn bûn ku şaşiyên hikûmeta derbasbûyî neyên dûbare kirin.
Îro sêşemê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya pêywendiyeke telefonî de bi boneya destbikarbûna wî wek Serokwezîrê nû yê Iraqê pîrozbahî li Heyder Ebadî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest di erk û karên wî de.

Di vê pêywendiyê de biryara beşdarbûna Kurdistanê ya di Hikûmetê de hate nirxandin ku bi komdengiya hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê bûye û tekez li wê yekê hate kirin ku hemû aliyên siyasiyî pêkve hevkariya hevdû bikin da ku Iraqê ji wê qeyrana emnî û siyasî rizgar bikin.”

Herdû alî jî li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku derfetekî baş hatiye pêş ku hemû aliyên siyasî pêkve kar bikin ku şaşiyên hikûmeta derbasbûyî neyên dûbare kirin û merc û daxwazên Kurdan bêne berçav girtin û kar bo aramiya welat û derxistina terorîstan ji welat bê kirin.”

Nûçeyên têkildar