26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hikûmeta nû ya Iraqê li Parlementoyê hat erêkirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Parlementoya Iraqê bi 177 dengan bernameya hikûmeta nû ya Iraqê ya Heyder Ebadî erê kir.


Hat ragihandin ku Parlementoya Iraqê bi 177 dengan bernameya hikûmeta nû ya Iraqê ya Heyder Ebadî erê kir lê kurd dengê xwe bo erêkirina bernameya hikûmeta Ebadî nedane.

Heyder Ebadî ku bo damezrandina hikûmeta nû hatibû erkdarkirin di Parlementoya Iraqê de got: “Emê di warê îdarî de şoreşek pêkaniye û dest bi avakirina hikûmeteke nemerkezî dikin.”

Ebadî her wiha got: “Emê gavek zûtir kêşeyên navbera xwe û Herêma Kurdistanê çareser bikin.”

Heyder Ebadî anî ziman ku, ewê gavek zûtir kêşeyên xwe û navbera Hewlêrê çareser bikin.

Nûçeyên têkildar