Kurd beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê dibin.. 3 meh mohlet dan Ebadî

Silêmaniyê-KDP.info- Civîna aliyên siyasiyên kurd bi dawî hat û Hoşyar Zêbarî biryara beşdariya kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de ragihand û tekez kir ku ev derfeteke ku di nava 3 mehan de bide xuyanîkirin ku dê daxwazên Kurdan cîh bi cîh bîne.
Hoşyar Zebarî Serokê Şanda Danûsendinên Kurd, di civîneke çapemeniyê de got: “Em wek aliyên Kurdî dê beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibin û bo çareserkirina hemû kêşeyan em qasê 3 meh moletê didin hikûmeta nû ya Iraqê, derbarê pirsa mûçeyan û petrol û madeya 140 û budceyê giştî.”
Zêbarî got: “Civînên me girîng bûn û me biryareke girîng da û me ji cîhanê re diyar dikin ku em sedema pêşxistina piroseya siyasî ne, lê me dest ji mafên xwe yên neteweyî bernedaye.”
Li aliyê dîtir Fûad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di civînê de ragihand, "Şert û mercên Iraq û Kurdistanê guheriye. Kêmû kurtiyên hikûmetê hene lê eme bişert beşdarî vê hikûmetê bibin."
Dr. Fûad Hisên got: “Di nava wan sê mehan de, eger nûnerên me li Bexdayê negihiştin wê baweriyê ku daxwazên Kurdanê dê bên cîh bi cîh anîn, wê demê dikarin xwe ji piroseya siyasî bikşînin.”




