Hîna kurdan biryara tevlîbûna hikûmetê nedane.. Civîna aliyên siyasî berdewam e

Silêmaniyê-KDP.info- Ev çend saetin civînên şanda danûstandinan a Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistanê berdewam in û nûnerên UN û Amerîka ku di civînekê de beşdar bûn derketin û di dayuyaniyeke rojnamevanî de tekez li ser pêwîstiya tevlîbûna tevahiya aliyên siyasî di pêkanîna hikûmeta nû de kirin.
Piştî derketina wan ji civîna aliyên siyasî, şanda UN û Amerîkayê di konferanseke rojnamevanî de behsa wê yekê kirin ku ew li daxwaza kurdan tevlî vê civînê bûne wek navgîrî di pêkanîna Hikûmeta Iraqê de û ragihandin ku dive di kabîneyê de tevahiya aliyan siyasî ya Iraqê bi kêm netewe û olan jî.
Hevdem ragihandin ku divê li gor destûr karên hikûmetê birêve biçin û tevahiya aliyan rewşa niha ya Iraqê li ber çav bigrin ku niha di çi qeyranekê de ye û ji ber rewşa niha dive himûmet bi zûtirîn dem were pêkanîn.
Li gorî agahiyên KDP.info, Hoşyar Zêbarî bi rêya telefonê ji Heyder Ebadî naskiriye ku sê wezaret li ber kurdan ketiye, ew jî wezareta Rewşenbîrî û Darayî û wezareta Mafên mirovan e.




