26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bexda: Karnameya hikûmetê gehişte destê parlamenteran.. Tenê beşek ji daxwazên Kurdan hatine bi cîh kirin

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Karnameya kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê gehişt destê parlemanteran û beşek ji daxwazên kurdan tê de hatine cîh kirin û parlamenterên Kurd jî bo dengdanê li ser karnameya hikûmetê li hêviya biryara serkirdayetiya Kurd dikin.

Serokê frakisyona Komeleya Îslamî li Parlamentoya Iraqê, Ehmed Reşîd, ji KDP.info re ragihand: “Karnameya hikûmetê gehiştiye destê me û hinek ji daxazanên kurdan tê de hatine bi cîh anîn, lê em li ser budceyê û hejmara wezaretan negihiştîne rêkeftinekê, lewra niha em li hêviya civîna serkirdatiya Kurdistanê ligel şanda kurdî dikin da ku em bizanin deng bidin hikûmeta Heyder Ebadî yan na. “

Ehmed Reşîd got: “Di karnameyê de hatiye ku pêwîst e madeya 140 di nava salekê de bê cîhbicîh kirin û ysaya petrol û xazê jî di nava 6 mehan de derkeve, bi awayekî  ku kok be ligel yasaya petrol û xaza Herêmê, Herwiha di nava 3 mehan de muçeyê Pêşmerge jî bidin û pir çek jî bikin ku em jî bi yasayekê be.”

Ew parlamenter diyar kir: “Li ser hejmara wezaretan jî em negihiştîne rêkeftinekê, jiber ku me daxwaza 4 wezaretan kiribû.”

Nûçeyên têkildar