26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Obama: Hevpeymaniya Navdewletî dê hevkariya Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) Barack Obama ragihand, pêwîst e Tirkiyê, Sûdiyê, Urdin, û welatên Kendava Erebî jî, di şerê li dijî DAIŞê de rola xwe bibînin.

Barack Obama di hevpevînekê de ligel telefîzyona NBC diyar kir ku, şerê niha li dijî DAIŞê ne wek şerê Iraqê li 2003ane, ku Amerîkayê artêşa xwe bişîne wir û got: “Welatê me dê beşek be ji hevpeymaniya navdewletî ya ku dê operasyonên asmanî bo hevkariya artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge li ser erdê li dijî rêxistina DAIŞê.”

Serokê (DYA) da zanîn ku, ewê roja sêşemê li ser mijara tevgerên wan li dijî rêxistina DAIŞê wê bi kongiresa amerîkî re civînekê lidar bixin, û derbarê planên tevgerên xwe li dijî DAIŞê ewê roja çarşemê ji raya giştî re rabighînin.

Obama ragihand ku, pêwîste Tirkiyê, Sûdiyê, Urdin, û welatên Kendava Erebî jî, di şerê li dijî DAIŞê de rola xwe bibînin, ji ber ku metirsiya DAIŞê li ser wan jî heye.

 

Nûçeyên têkildar