26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êmînkî: Em dest ji bistek axa Kurdistanê bernadin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê dibêje, Kerkûk û tevahiya navçeyên Kurdistanî beşeke veneqetyayî ne ji axa Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hemû awayekê berevaniyê li ax û xelkê Kurdistanê dikin û qet dest ji bistek axa Kuristanê bernadin.

Cefer Îbrahîn Êminkî, Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê di dema hevdîtina xwe de ligel rêveberê polîsên qeza û navçeyên Parêzgeha Kerkûkê Serhed Qadir ji bilî pesnê Hêzên polîs û asayiş û dezgehên ewlekariyê yên Kerkûkê da, berdewam berevanî li yekrêziya neteweyî kirine.

Êminkî hevdem piştevaniya Parlamentoya Kurdistanê bo Kerkûk û tevahiya navçeyên Kurdistanî dûpat kir ku “Kerkûk û tevahiya navçeyên Kurdistanî beşeke veneqetyayî ne ji axa Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi hemû awayekê berevaniyê li ax û xelkê Kurdistanê dikin û qet dest ji bistek axa Kuristanê bernadin.”
 

Nûçeyên têkildar