Serokatiya Herêma Kurdistanê: Nûçeya Livîn Press helawestiye û dûre ji rastiyê
__2014_09_08_h18m10s32__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de ragihand ku nûçeya Livîn Press helawestiye û dûre ji rastiyê, heman demî de peywendiyeke telefonî ya bi vî cûreyî nebûye û tu guvaşekî jî li holê da tûne. Ev jî deqa wê ye:
Li nûçeyek de roja 07/09/2014 malpera Livîn Press belav kiriye ku qaşo Balyozê Wîlatên Yekgirtiyê Amerîka li Bexda li peywendiyekî telefonî da li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê xistiye rû ku divê Kurd li ser daxwazên xwe yên li pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Bexda de sûrbûn û pêdagîriyê nekin.
Em ji bo raya giştî û hemû aliyekî radigihînîn ku ji bilî wê yekê ku ew nûçe helawestiye û dûre ji rastiyê, heman demî de peywendiyeke telefonî ya bi vî cûreyî nebûye û tu guvaşekî jî li holê da tûne.
Peyvdarek ji Ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr




