Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ti fermandeyekî Pêşmerge ji kar nehatiye dûrxistin

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah, nûçeyeke Rûdawê bi derew derxist û ragihand, heta niha Barzanî fermana dûrxistina ti fermandeyekî hêzên Pêşmerge li deverên Hewlêrê û Dihokê nedaye lê tenê ji bo derketina rastiyan fermana guhertin û lêpirsîna berpirsên xemsar daye. Ev jî tekesta wê ye:
Di derbarê belavbûna nûçeya guhertinên li postên serbaziyan û ladana hejmarek Fermandeyên Serbazî ya hêzên Pêşmerge li tora medyayî ya Rûdawê da, bi hemû aliyek radigihînîn ku ev nûçe û ew navên li nûçeyê de hatiye balkişandin tu bingeheke xwe nîne.
Cenabê Serok Barzanî ferman ji bo lêkolîna wan kesan derxistiye ku li parastina xelk û Pêşmerge de kêmterxem bûne. Her cûre guhertin û ladanek jî wê demê dibe ku lêkolîn bi encam gihîştibe û birêz Serokê Herêma Kurdistanê li jêr ronahiya encama lêkolînê û derketina rastiyan da biryara guhertin û sizadana berpirsên ku kêmterxem bûne dide.
Hêvîdarîn dezgehên ragihandinê li muamelekirina li gel vê babetê de hurtir û pîşeyîtir bin.




