Rewandizî: Şîe û Ebadî tund in.. Gotûbêj bê encam bûn

Bexda-KDP.info- Berdevkê şanda danûstandinan ya Kurdistanê dibêje, biryar sibê şanda wan vegere Herêma Kurdistanê û ligel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bicive, heta ku encamên danûstandinên xwe xuya bikin û li ser wê yekê biryara dawî bê sitendin.
Firyad Rewandizî, berdevkê şanda danûstandinan ya Kurdî ji KDP.info re ragihand: “Biryare sibê şanda wan vegere Herêma Kurdistanê û li Silêmaniyê ligel serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bicive, heta ku encamên danûstandinên xwe xuya bikin û li ser wê yekê biryara dawî bê sitendin.”
Rewandizî got: “Di 2 rojên borî de me ti civîn bi awayekî ligel aliyên Şîe encam nedane, lê belê bi awayekî ne rasterast gotûbêj berdewam in, lê hîna em ne gihiştîne encama dawî, bi taybetî derbarê pirsa budceyê, aliyên Şîeyan û Heyder Ebadî tund in, naxwazin mîkanîzmeke diyar bidin me, da ku kêşeya budceyê bê çareserkirin, dixwazin pirsan bo piştî pêkanîna hikûmetê paş bixin û wê demê wan kêşeyan çareser bikin.”
Berdevkê şanda danûstandinan ya Kurdî, diyar kir: “Em dixwazin mîkanîzmeke diyar û berçav û zelalî hebe, da ku di dema avakirina hikûmetê de yekser hinek pere ji Herêma Kurdistanê re bişînin, ji bo ku em mûçeyê fermanberan bidin wan.”




