Hêzên Pêşmerge pilanekî DAIŞê pûç kirin.. 6 terorîst kuştin

Mûsil-KDP.info- Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Naweran, pilanekî çekdarên DAIŞê pûç kirin ku ji aliyê 6 çekdaran ve hatibû danîn, lê her 6 bi destê Pêşmerge hatin kuştin.
Berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) li Mûsilê, Seyîd Memozînî ji KDP.info re ragihand: “Îro li navçeya Xursîbat ya li eniya Naweran, 6 çekdarên DAIŞê çûbûn nav xaniyekî û xwe ji Hêzên Pêşmerge nêzîk kiribûn, da ku xwe ji hêzên Pêşmerge nêzîk bikin û êriş bikin ser wan, lê Hêzên Pêşmerge her zû ew pilan naskirin û bi rokêtan xanî bi ser wan de xistin.”
Seyîd Memozînî wiha jî got: “Di encamp de her 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Herwiha got: “Îro li eniya Başîkê jî, çekdarên DAIŞ êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê her zû Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan, û bi xweşbextî ti ziyanek negihişt Pêşmerge.”




