Fênlenda piştevaniya xwe bo Hêzên Pêşmerge xuya kir

Hewlêr-KDP.info- Emîndarê giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand ku hikûmeta Fênlendayê amadebûna xwe bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge xuya kir û tekez jî kir ku bo rûbirûbûna rêxistina DAIŞê hemû piştevaniyê bo Pêşmerge dikin.
Di daxuyaniyeke Wezareta Pêşmerge de ku wêneyek jê bo KDP.info hatiye şandin, hatiye: “Di hevdîtina şanda Wezareta Pêşmerge û şanda bilinda hikûmeta Fênlendayê, qurbaniyên Hêzên Pêşmerge û hêzên parastina Herêmê û Gelê Kurdistanê hat nirxandin.”
Di daxuyaniyê de hatiye: “Herwiha besa koçberan û rewşa wan û hejmara wan û pêdviyên wan hat kirin û daxwaz ji Parlamanto û Hikûmeta Fênlenda hat kirin ku alîkarî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge û hêzên parastina Kurdistanê û koçberan ji hemû aliyekê ve bikin.”
Herwiha daxwaz hat kirin ku parlamento û hikûmeta Fênlendayê rolê xwe bi giştî bibîne û bo hevkariya Kurdistanê welatên Ewropî han bide.
Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Fênlendayê amadebûna xwe bo piştevanî û hevkariya Hêzên Pêşmerge xuya kir.




