Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan hertim bi girîngî li pêkahteyên din dinêre

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya heyeteke Kinîseya Rojhilata Aşûrî li Cîhanê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku ku Kurdistan hertim bi girîngî li pêkahteyên din dinêre bi taybetî pêkhateyên Mesîhî ku beşeke girîng ya komelgeha Kurdistanê ne.
Îro yekşemê li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke Serokê kilîseya Rojhilatî ya Aşûrî qedaseta Patrîk Mardenkhaya çarem bi Serokatiya Metran Mar Mellis Ziya kir.
Di hevdîtinê de heyet silavên qedaseta Patrîk pêşkêşî Serokwezîr kir û herwiha spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ku kariye bi awayekî baş piştgîriya welatên Mesîhî yên ku aware bûne bike û cê û pêdiviyên serekî ji wan re dabîn bike û ewlekariya wan biparêze.
Heyet di beşeke din ji axaftinên xwe de şekere kir ku serpêhatî ezmûneke tal û karesate lê ev yek eşkere kirin ku ew rewşa han reweşeke demkiye û derbas dibe.
Heyet behsa tikiliyên navbera pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê jî kir û eşkere kir ku gel û pêkhateyên Kurdistanê hertim bihevre bûne û vê bihevre bimînin û qedera tevahiya wan jî hevbeşe.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî hevdem ligel bixêr hatinkirina heyeta mêvan û şandina silavên xwe bo qedaseta Patrîk, behsa çanda bihevre jiyan û lêbûrînê li Kurdistanê de kir û got: “Ew çanda han yek ji pîwerên serekî û binemayên girîng li Kurdistanê deye.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerên ku qewmîne diyar kir “ku ew bûyerên han bi rastî karesat û tirajediya ye û li hember wan tirajediyan tevahiya pêkhateyên Kurdistanê di nava yek senger dene jiber ku li ser bihever bûn bi îsrarin û pêşeroj jî her bo Kurdistanê dibe.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku “Kurdistan hertim bi girîngî li pêkahteyên din dinêre bi taybetî pêkhateyên Mesîhî ku beşeke girîng ya komelgeha Kurdistanê ne. Derbarê wan karesatan de jî dikarim bêjim ku raste ezmûneke tal û dijwar derkete holê lê çendîn wane jî tê de bûn ku hana me didin kar bo pêşerojeke baştir bo tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bikin.”
Serokwezîrê herwiha heyeta mêvan diliniya kir ku hikûmet û gelê Kurdistanê heta dawî li gor îmkan û karînên xwe hewl bo dabînkirina jiyaneke şerefmend û ewlekariya tevahiya pêkhateyên civakê dide.




