26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî wezaretekê di hikûmeta Iraqê de bo Êzdiyan dixwaze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser pêwîstiya terxankirina kursiyekî Wezarî ji bo Êzdiyan kir.

Îro yekşem 07/09/2014 Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê li daxuyaniyek de ragihand:

“Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizanê eger kabîneya nû ya Hikumeta Iraqê pêkhat, kursiyekî wezarî ji bo Êzdiyan bê terxan kirin. Rêzdar tekez li ser diyarkirina Wezaretek ji bo Êzdiyan li Hikumeta Iraqa Federal da dike.”
 

Nûçeyên têkildar