26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herêma Kurdistanê tevlî konfransa cîhanî ya aştiyê dibe

Çavkanî: KDP.info

Beljîka-KDP.info- Herêma Kurdistanê beşdarî konfransê cîhanî yê aştiyê dibe, ku biryare roja 7ê Îlûnê li Belcîkayê birêve biçe.

Nûnerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê, di daxuyaniyekê de ragihand: “Herêma Kurdistanê bi fermî banghêştî wî konfransî hatiye kirin.”

Konfransa ku di bin druşma “Aştî paşeroj” de roja 7 heta 9ê Îlûnê li Belcîkayê birêve diçe, dê nêzîk 300 serokên olî ji seranserê cîhanê tê de amade bin, bi mebesta ji hev nêzîkbûna olên cuda û karkirin bo peyda kiribna aştiyê li cîhanê.

Derbarê şandeya Herêma Kurdistnê jî bo konfransa di daxuyaniyê de hatiye: “Dê Herêma Kurdistanê bi şandekê ji Wezareta Ewqaf beşdar bibe, ku ji wezîrê ewqaf û nûnerê kurdên êzdî û xistiyanan pêk were.”

Daxuyaniyê diyar kir jî ku, di konfransê cîhanî yê aştiyê de, ku bi helkefta derbasbûna 100 salî bi ser şerê cîhanî yê yekem de bê lidar xistin, dê her yek ji wezîrê ewqaf yê Kurdistanê û palrementera Kurd li Bexdayê Viyan Dexîl gotarekê pêşkêş bikin.

Li gor Daxuyaniyê, dê Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropa jî beşdarî konfransê bibe.

Nûçeyên têkildar