26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafirên Amerîkayê li çeperên DAIŞê yên li nêzîkî bevdava Hedîse dan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Beriya bêhnekê balafirên şer yên Dewletên Yekgirtî yê Amerîkayê (DYA) pêgehên çekdarên DAIŞê yên li nêzîkî bendava Hedîse li parêzgeha Enbarê ya Iraqê bombebaran kirin.

Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pantagon) eşkere kir ku: “balafirên şer dest bi operasyonên asmanî li dijî pêgehên DAIŞê li nêzîkî bendava Hedîse ya li parêzgeha Enbarê ya Iraqê kirin.”

Ew operasyon piştî wê yekê tên ku roja 28ê meha borî, rojnameya Wall Street Journal a amerîkî belav kiribû ku îdareya Amerîkayê amadebûna xwe nîşan daye bo pêkanîna operasyonên asmanî bo ser wan navçeyên nêzîkî bendava Hedîseyê yên ku din bin destê çekdarên DAIŞê de ne.

Rojnameyê her wiha ragihandibû: “Çend rayedarên pilebilind ên DYAyê çendîn pilan bo berfirehkirina operasyonên hewayî li dijî DAIŞê û gihandina hevkariyên zêdetir yên mirovî bo iraqiyan dariştine.”

Bajarokê Hedîseyê dikeve rojavayê parêzgeha Enbarê û wek devereke stratejîk û girîng tê naskirin. 
 

Nûçeyên têkildar