Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê şanaziyê bi Pêşmerge dike

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew pêşwazî li wê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê bi însiyatîva Amerîkayê hatiye avakirin, dikin û hêvî kir ku, di zûtirîn deme de derencamên wê hevpeymaniya navdewletî bi praktîkî diyar bibin.
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, îro (6ê Îlonê), ligel Balyozê Kanadayê yê Iraqê Brono Sakomane û şandeya pê re civiya û di civînê de behsa serdana wezîrê derveyê Kanadayê bo Herêma Kurdistanê kir û ew serdan bi serdaneke serkeftî wesif kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanî careke din li hember wê rola hikûmeta Kanadayê di warê pêşkeşkirina alîkariyên mirovî bo Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna wê kirîza miroviya rastî Herêma Kurdistanê hatî, sipasiya Hikûmeta Kanadayê kir û got ku, Kanda yek ji wan welatan bû her zû di hewara koçberan hat û piştevaniya herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir.
Serokwezîr Barzanî û Balyozê Kanadayê behsa hewlên navdewletî bo jinavbirina çekdarên DAIŞê kir û Serokwezîr pêşwazî li wê hevpeymaniya navdewletiya li dijî DAIŞê bi însiyatîva Amerîkayê ji aliyê welatên endam di NATO yê de hatiyer avakirin, kir û hêvî kir ku, di zûtirîn deme de derencamên wê hevpeymaniya navdewletî bi praktîkî diyar bibin.
Balyozê Kanadayê yê li Iraqê sipasiya Hêzên Pêşmerge kir ku serkeftin û pêşketinên mezin li hemû eniyên şerê li dijî DAIŞê û bi taybetê serketinên van rojên dawiyê ku serketinên berbiçav bi dest xistine, bilind nirxand.
Serokwezîrê Kurdistanê jî gotiye ku, Herêma Kurdistanê şanaziyê bi pêşmerge dike û daxwaz kir ku, civaka navdewletî bi hemû awayan hevkarî û alîkariya pêşmerge bike da ku bikaribe bi baştirîn awayî şerê terorîstan bike.
Kûrkirin û berfirehkirina têkelyên navbera Herêma Kurdistan û Kanadayê mijarekî din a vê hevdîtinê bû ku Balyozê Kanadayê yê Iraqê tekez kir ku dê di destpêka sala nû de şandeyeke bazirganî û aborî serdana Herêma Kurdistanê bike.




