26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Asayişa PYDê gundiyan û endamên PDK-Sê digre

Çavkanî: KDP.info

 Rojavayê Kurdistanê-KDP.info-  Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-Sê) li Ewropayê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Asayişa PYDê li gundê Dugirê yê nêzîkî Tirbespiyê, 5 kes girtine.

 

PDK-S di daxuyaniya xwe de diyar dike ku di van rojên dawiyê de, ji ber ku gellek kes naxwazin di nava PYD de, leşkeriya neçar bikin, ji aliyê Asayişê ve tên girtin.

 

Daxuyanî her wiha dibêje, PYD û Asayîşa wê, kesên ku girtine, bi “hevalbendiya DAIŞê, dizîn û qaçaxcîtiyê” tawanbar dikin lê ew tohmet, bêbingeh û vala ne.

 

Li gor daxuyaniyê, navên 5 kesên ku hatine girtin, ev in: Ehmed Xerbî Ebas, Siyamend Ebdulhemîd Ebas, Kawa Mihêdin Ebas, Silêman Elî Salih ku di ofîsa PDK-Sê de karmend e û Civîn Hesen Seido weke Hesen Emîno tê naskirin.

 

Li aliyekî dî, li gundê Mistefawiyê yê nêzîkî bajerokê Girkêlegê jî dîsa ji ber heman sedemê, asayişa Rojavayê Kurdistanê, ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ye, avêt ser çend malên endamên PDK–S û her yek ji Hazim Ebdulbaqî, Mihemed Emîn û Celal Remedan girtin.

 

Herwiha xelkên gund Mistefawiyê tekez kirin ku Asayişa PYDê avêtin ser mala welatiyên bi navê Mihemed Seyîd Mehmûd û kurê wî yê bi navê Metîn girtin, ku temenê wî 19 sal e û xwendevanê zanîngehê ye.

Nûçeyên têkildar