Nêzîk Pêşmerge dê Şingalê rizgar bike û xelkê wê vegrin ser malên xwe

Dihok-KDP.info- Nûnerê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo devera Şingalê ragihand ku nêzîk wê Şingal bi yekcarî bê rizgar kirin û wê bi berxwedaniya Pêşmerge hemû koçberên wê deverê vegerin ser mal û milkên xwe.
Dr. Nûrî Osman, nûnerê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Şingalê, ji KDP.info re ragihand: “Civata Wezîan komîteyek pêkanîbû da ku ligel îdareya Parêzgeha Dihokê û komîteyên taybetmend de kar bike, da ku ew zilim û sitema ku îro hatiye kirin ji aliyê terorîstên DAIŞê ve bo ser Şingalê, ku tawaneke li dijî mirovayetiyê, bixin ber destê civaka navdewletî.”
Nûnerê Serokê Hikûmetê bo Şingalê gilî li saziyên xêrxwazî û navdewletî kir ku nikarîne wek pêwîst bi erkên xwe rabin û pêdvî û daxwazên koçberan bi cîh neanîne, ku vê yekê barekî giran xistiye ser milê Hikûmetê û ji ber vê qeyrana aborî ku ev 9 mehin hikûmeta Iraqê budce û mûçeyê fermanbern neçandiye.
Nûrî Osman, hevdem mizgînî da wan koçberan û got: “Bi hêviya Xwedê emê nêzîk hevdu li Şingalê bibînin û ji wan koçberan dixwazim ku di vê qonaxa dijwar de aram bin, ji ber ku ev rewiş demkî ye û ez pişrast im dê van nêzîkan bi berxwedaniya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hemû xelkê wê deverê vegerin ser mal û milkên xwe.”




