Daxwaz ji civaka navdewletî dike ku rê li pêşiya qirkirina Kurdên Êazdî, Mesîhî, Şebek û Kakayîan bigre

Hewlêr-KDP.info-Hejmarek şareza di warê bûyerê qirkirinan de, bi navê Girupa Qirkirina Kurdan li Brîtaniya, daxwaz ji civaka navdewletî dike rê li pêşiya qirkirina kudên Êzdî, Mesîhî, Şebek û Kakayîan bi destê DAIŞê bê girtin û ew terorîst bên siza dan.
Girupa Qirkirina Kurdan li Brîtaniya ku pêkhatiye ji şarezayên warê qirkirinan û hejmarek parlmanterên wî welatî, daxwaz ji civaka navdewletî dikin ku ji bo bi dawî hatina encamdana tawanên mezin ji karesat û qirkirinên dijî mirovayetiyê ku ji aliyê DAIŞê ve tên encamdan.
Herwiha daxwaz jî dikin ew tawanbar bên siza dan, daxwaz ji hemû welatan ku helwestên yekser û bi bandor werbigr in. Dibêjin: qirkirin ji kuştina yek kesî jî pêk tê û niha gellek welatî bi destê DAIŞê bûne qurbanî.
Girupa Qirkirina Kurdan daxwaz ji welatên Neteweyên Yekgirî dike ku bi awayekî bi bandor berpirisyaretiya xwe helbigrin bo parastina welatiyên sivîl li wan navçeyên ku tawanên qirkirin û karesat li dijî mirovayetiyê li wan tên encamdan.
Herwiha handana endamên Encûmena Asayişa Naavdewltî derxistina biryarekê ku tê de amaje tawanên DAIŞê were kirin û birna vê pirsê bo dadgeha navdewletî.
Girupa Qirkirina Kurdan, belgehan tîne û dibêje ku naiha DAIŞ jî li wan navçeyan qirkirinê dike, tawanên li dijî mirovayetiyê encam dide, tawanên komkûjiyê encam dide, lewra divê civaka navdewletî wan kiryaran bi dawî bîne.




