Mehmûd Mihemed bo Necmedîn Kerîm: Kerkûk ji Kurdistanê nehatiye veqetandin ku em rewşeke taybet jêre çêkin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Dezgeha Roşenbîrî û Ragihandinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê), bi tiştekî baş dizane ku Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm gotina xwe ya şaş, rast bike, ku ew dibêje “Divê rewşek taybet bo Kerkûkê bê çêkirin”, û wek Mehmûd mihemed dibêje, rastiya gotina wî wisaye, ku bê gotin hemû neteweyên ne Kurdê Kurdistanê, û hemû îmandarên ne Musilmanê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê rewşek taybet bo wan çêbibe, ku bi temamî bi maf û azadiyên xwe şad bibin wek Kurdan, nek ewşeke taybet bo Kerkûk yan Silêmaniyê, yan Hewlêr û Dihok û Helebçe, bê çêkrin.
Derbarê gotara Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm, ku li bajarê Istembolê pêşkêşkiriye,Mehmûd Mihemed, endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê) û Berpirsê Dezgeha Roşenbîrî û Ragihandinê ya (PDKê) di daxuyaniyekê de bo KDP.info, di bin navê “Kerkûk beşeke veneqetyayî ye ji Kurdistanê” dibêje: “Kurdistan bi giştî, cihê neteweyên cuda û ol û ayînan bûye, lewra jî, ji sînorê Zaxo heta heta Xaneqîn û Mendelî jî, çendîn cih hene ku şûnwarê wane, ji niha û pêve jî Kurd dê pêkvejiyanê li gor xwe bikarbîne.
Mehmûd Mihemed, dibêje: “Em ligel wê yekê ne ku her navçeyek taybetmendiya wê bê li ber çav girtin, lê taybetmendiya ji aliyê neteweyî û olî û ayînî, ne taybetmendiya cografî, Kekê Dr, Necmedîn Kerîm di kongireya navdewletî ya petrol û enerjiyê li Istanbolê derbarê veferandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê dibêje: “Divê rewşek taybet bi Kerkûkê hebe di nava Kurdistanê de, ji ber dabeşbûna neteweyî û civakî.”
Mehmûd Mihemed dibêje: “Kurdistan bi giştî, cihê neteweyên cuda û ol û ayînan bûye, lewra jî, ji sînorê Zaxo heta heta Xaneqîn û Mendelî jî, çendîn cih hene ku şûnwarê wane, ji niha û pêve jî Kurd dê pêkvejiyanê li gor xwe bikarbîne. Niha eger hûn li çawaniya jiyan û tevlîbûna hemû pêkhatên Kurdistanê bikin, di hemû warên jiyana civaka Kurdistanê de ne û hevdû qebûl kirin û pêkvejiyanekî hesanî tê dîtin.
Hemû pêkhate xwedî mafê xwe ne, tişta ku div î alî de nehatibe kirin, dive bê kirin.”
Berpirsê Dezgeha Roşenbîrî û Ragihandinê ya (PDKê), got: “Ez li vêde bi baş dibînim ku kekê Dr. Necmedîn Kerîm wê gotina xwe ya şaş rast bike ku ew dibêje “Divê rewşek taybet bo Kerkûkê bê çêkirin”, û wek Mehmûd mihemed dibêje, rastiya gotina wî wisaye, ku bê gotin hemû neteweyên ne Kurdê Kurdistanê, û hemû îmandarên ne Musilmanê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê rewşek taybet bo wan çêbibe, ku bi temamî bi maf û azadiyên xwe şad bibin wek Kurdan, nek ewşeke taybet bo Kerkûk yan Silêmaniyê, yan Hewlêr û Dihok û Helebçe, bê çêkrin, ji ber ku hemû pêkhate li tevahiya Kurdistanê hene.”
Mehmûd Mihemed dibêje: “Xelkê Kerkûkê ew hemû nexweşî dîtine û tehemûl kirine ku rojekê bajarê wan vegere ser Kurdistanê, her wek gund û bajar û bajerokên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê. Ji Şingalê heta Mendelî qurbanî dane ku Kerkûk û navçeyên Kurdistanî vegerin ser Herêma Kurdistanê.”
Herwiha dibêje: “Belê û sed carî belê bo mafê tevahiya netewe û ol û ayînên li nava Kurdistanê, lê bo rewşa taybetî bo cografya parêzgehekê yan navçeyekê, gotinên pir şaş tên gotin, dikarin baş piroje-destûrê Kurdistanê bixwînin da ku bizanin çiqasî mafê pêkhatan hatiye parastin.”




