Ebadî dest bi karê xwe bike dê hemû mûçeyên fermanberan bişîne

Bexda-KDP.info- Parlamaterekî Kurd li Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand, biryar bû îro kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatiba ragihandin, lê ew kar nehat encam dan û bibe ku roja şemiyê bê ragihand. Herwiha got, em rêkeftin ku piştî ku Heyder Ebadî dest bi karê xwe bike bi hefteyekê, mûçeyê her 8 mehan ê fermanberê Kurdistanê bişîne.
Selîm Şuşkeyî, perlamanterê Kurd li Bexdayê ji KDP.info re ragihan: “Pêkanîna hikûmeta nû nêzîk bûye, biryar bû îro hatiba ragihandin, lê hat paşde xistin, dibe ku roja şemiyê bê ragihandin, hemû aliyên siyasî gelekî ji hev nêzîkin.”
Derbarê daxwazên Kurdan, Selîm Şuşkeyî, got: “Şanda danûstandinan a Kurdistanê daxwaz kiribû ku, mûçeyê 8 mehan ê fermanberên Kurdistanê bên şandin, ew jî razî bûn, lê xwestin ku bi 2 caran bidin. Herwiha rêjeya beşê Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê 17% dimîne, piştî ku Heyder Ebadî dest bi karê xwe bike dê wê budceyê bişîne.”
Wî parlamenterê Kurd diyar jî kir ku, “ji bona cîhbicîhkirina madeya 140 jî salek jêre hatiye danîn û derbarê Pêşmerge dê di nava artêşa Iraqê de bimîne, lê me daxwaz kiriye ku Pêşmerge taybet be bi Herêma Kurdistanê û ew jî daxwaz dikin di çarçoveya Iraqê de be, ku hîna ev piris yekalî nebûye û giftûgo li ser tên kirin.”
Derbarê hejmara wezaretên ku dê li ber Kurdan bikevin, Şuşkeyî got: “Heta niha tişta ku behsa wê hatibe kirin, 4 heta 5 wezaret ji Kurdan re ne, lê heta niha bi temamî belavkirina wezaretan yek alî nebûye.”




