25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Di vî şerê han de Kurdistan li ser rêya raste û ne bi tenê ye

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya wezîrê derve yê Kanadayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku di vî şerê han de Kurdistan li ser rêya raste û ne bi tenê ye û spasiya hikûmet û gelê Kanada û cîhanê dikin ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkarî û piştgîriya Kurdistanê kirine.


Îro pêncşemê, li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê Kanadayê John Baird û heyeteke pê re kir ku ji çend Parlementerên Kanadayê û Konsulusê vê welatî yê li Bexdayê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de heyeta Kanadayê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana xwe bo Kurdistanê û hevdîtina han ya bi Serok Barzanî re diyar kir û ragehand gel û hikûmeta Kanadayê û herwiha opozîsyona vê welatî jî amadene bo şerê dijî terorîstên DAIŞê hevkariya Kurdistanê bikin.

Heyeta Kanadayî herwiha diyar kir ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de Kanada li gel Kurdistanê deye Kanada bo ku Kurd serkeve û bikarêbe welateke awedan û bextewer dabimezrîne hevkariya Kurdistanê dike.

Baird ew yek diyar kir ku Kanada û cîhan bi ti awayî hovîtiya terorîstên DAIŞê qebûl nakin û Kanada li hember êrîşên ku li ser pêkhateyên din yên olî ên Kurdistan û Iraqê hatine kirin gelek dilgirane.

Baird di beşeke din ya axaftinên xwe de eşkere kir ku teror pirseke navnetewiye lewre şerê dijî terorê jî erkekî her kesekiye.

Di berdewamiya hevdîtina han de heyeta Kanadayî jiber piştgîrî kirin û hevkarî kirina wan Penaberan yên ku hatine Kurdistanê spasiya gel û hikûmeta Kurdistanê kir û herwiha spasiya role qehremanane ya hêzên pêşmerge kirin ku nehêştine terorîst zêdetir pêş kevin û herwiha jiber Şehîd bûna pêşmergeyên Kurdistanê serxweşiya xwe pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurd kir û hevxemiya xwe jî bo gelê Kurd diyar kir.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Serok Barzanî jî bi germî bixêr hatine heyeta mêwan kir û ragehand ku serdana wan bo Kurdistanê peyameke girîng ya gelê Kanadayê ye bo gelê Kurd.

Serok Barzanî got: “Di vî şerê han de Kurdistan li ser rêya raste û ne bi tenê ye û spasiya hikûmet û gelê Kanada û cîhanê dikin ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de hevkarî û piştgîriya Kurdistanê kirine.”

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku cêyê şanaziyê ye ku hêzên pêşmerge di şûna cîhana azad de şerê terorîstan dike û nirxên mirovatî diparêze.

Serok Barzanî got: “Her çend ew 10 sale ku hikûmeta Bexdayê gemaro li ser hêzên pêşmerge sepandiye lêbelê hêzên pêşmerge bi îmkanên kêm û bi îradeya xwe karîn pêşiya pêşkeftin û pêşde çûna terorîstan bigirin û niha li tevahiya eniyên şer de jî însiyatîf di destê hêzên pêşmerge deye û derbên gelek dijwar jî li terorîstên DAIŞê hatine xistin û bi hevkarî û piştgîriya welatên dost û cîhana azad vê hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de û herwiha ji nav birina terorê de berdewam dibe.”

Serok Barzanî di dawiya axaftinên xwe de eşkere kir ku asta karesatan û herwiha hijmara Penaberan ew qes zêdeye ku îmkan û karînên Kurdistanê derbas kiriye û jiber hebûna hijmareke zêde ji Penaberan di nava debistanan de jî kêşe ketiye berdem prosesa xwendinê û çareseriya herî baş ya pirsa wan Penaberan ewe ku em bikaribin rewşek biafirênên ku ew Penaberên han bi serbilindî ji wargehên xwe re werin wegerandin.

Di beşeke din ya hevdîtina han de prosesa siyasî ya Iraqê û herwiha peywendiyên navbera Kurdistanê û Kanadayê de jî hatin nîqaşkirin.
 

Nûçeyên têkildar