26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venakişe..Parlametoyê şeriyet dayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê bersiva Hadî Amirî dide û dibêje, Paramentoyê jî şeriyet daye Hêzên Pêşmerge ku li wan navçeyên Kurdistanî bicîh bibin û lê bimînin, her ewin ên ku wan navçeyan diparêzin.

Wek bersivekê bo Serokê artêşa Bedir, Hadî Amirî, ku gotibû divê Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê vekişin, Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê Fexredîn Qadir ji KDP.info re raggihand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê parêzerê wan navçeyan bû, ku Artêşa Iraqê jê vekişiya bû û hatibûn şikestin, me jî li Parlamentoya Kurdistanê razîbûna xwe li ser mana Pêşmerge li wan navçeyan û Kurd û pêkhatên din biparêzin.”

Qadir dibêje: “Pêşmerge ji wan navçeyan venakişe, mana Pêşmerge li wan navçeyan babetekî yasayî ye ku li Parlamentoya Kurdistanê giftûgo li ser hatiye kirin û şeriyet daye mana wan, ji ber ku mafekî yasayî ye bo Kurdistanê.”

Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê got: “Ew gotinên Hadî Amirî tên wataya ku naxwazin xizmeta Hêzên Pêşmerge bikin, û divê em jî bi rêya şanda danûstandina ya Kurdî wê yekê diyar bikin ku Pêşmerge hêzekî yasayî û destûrîy ye, û mana Pêşmerge li wan navçeyan yasayî ye.”

Nûçeyên têkildar