Aştî Hewramî: Tirkiyê kiryarekî cihê baweriyê ye bo petrola Kurdistanê

Tirkiyê-KDP.info- Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, pirsa girotina petrola Kurdistanê pirseke siyasî ye û Tikiyê jî ku bo firotina wê petrolê hevkariya me dike, kiryarekî cihê baweriyê ye.
Aştî Hewramî, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Hikumeta Herêma Kurdistanê di dema tevlîbûna konferasekê de gotarek pêşkêşkir û têde ragihand: “Pirsa firotina petrola Kurdistanê pirseke siyasî ye, Tirkiyê di gehandina Petrola Kurdistanê bo bazarên cîhanê hevkariya me kiriye û ew welat kiryarekî cihê baweriyê ye.”
Hewramî got: “Pêwîstiya me bi hikûmeteke binkefireh heye, pêwîste hêz, dahat û enerjî bi awayekî dadmend û yeksan bên belav kirin, pêwîste li Bexdayê hikûmeteke nemerkezî were damezrandin.”
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dibêje niha rewşa Herêma Kurdistanê aram e û tiris nemaye û rêjeya berhemanîna Petrolê kêm nebûye.




