25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yildiz: 13mîn keşteya petrola Kurdistanê berev bajara cîhanê birêket

Çavkanî: KDP.info

Enqere-KDP.info- Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Siruştî yên Tirkiyeyê Taner Yildiz ragihand ku 13mîn keşteya petrola Kurdistanê hat barkirin û berev bajara cîhanê birêket, tekez jî dike ku niha Kurdiatan rojane 180 hezar bermîl ji pertola xwe henarde dike.

Taner Yildiz, îro li Enqereyê bi endamên Saziya Peyamnêrên Aboriyê re civînek li dar xist û pirsên wan bersivandin.

Li ser pirsa berdewamiya hinartina petrola Başûrê Kurdistanê Yildiz got, 13mîn keşteya petrola Kurdistanê hat barkirin û berev bajara cîhanê birêket, tekez jî dike ku niha Kurdiatan rojane 180 hezar bermîl ji pertola xwe henarde dike.

Yildiz, derbarê nûçeyên li ser “Kirîna petrolê ya Tirkiyeyê ji DAIŞê” de wiha axivî:

“Behsa kirîna me ya petrolê ji DAIŞê, derew e. Petrola em dikirin, ya Iraqê ye. Eger Bexda û Erbîl ldi wê meseleyê de nekare sererastiyekê bike, sebebê vê ne Tirkiye ye. Petrola Iraqê bi dîsa bi îhaleya bi destê wan hatî çêkirin tji bo Ceyhanê tê şandin. Em petrola Iraqê dinirxînin, ne ya Tirkiyeyê.”
 

Nûçeyên têkildar