Îtalya jî çekan ji Pêşmerge re dişîne

Ajans-KDP.info- Wezîra Bergiriyê yê Îtalya ragihand ku paşê pêwendiyan ligel Hikûmeta Bexdayê, dê dest bikin bi şandina çek û teqemeniyan bo Hêzên Pêşmerge ku niha li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.
Li gorî Ajansa Royterzê, Federica Mogherini, Wezîra Bergiriyê yê Îtalya di parlamentoya wî welatî wiha got: “Piştî bi dawî hatine pêwendiyên ligel Hikûmeta Iraqê emê hefteya bê wan çekên ku me peyda kirine ji Hêzên Pêşmerge re bişîn in, bo şerê çekdarên DAIŞê.”
Îtalya jî wek welatên Ewrûpî yên din, razîbûna xwe li ser şandina çek û teqemeniyan bo Herêma Kurdistanê diyar ragihandiye da ku Hêzên Pêşmerge rûbirûbûna çekdarên DAIŞê bibe.
Mogherini wiha jî got: “Biryare 10ê vê mehê hikûmeta me 200 parçe çek, 2 hezar rokêt û 950 hezar guleyan jî, wek hevkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge bişîne, ku nirxê wan digihê 2.5 milyon dolaran.”




