Dibe Bexda hefteya bê beşê Kurdistanê ji bûdceya Iraqê bişîne

Hewlêr-KDP.info-Birîkarê Wezareta Darayî ya hikûmeta Iraqê ragihand ku dibe, hefteya bê Bexdayê beşê Herêma Kurdistanê ji bûdceyê Iraqê bişîne, lê hîna nebûye biryar û ev ye nefermiye.
Dr. Fazil Nebî, birîkarê Wezareta Darayî ya hikûmeta Iraqê ji KDP.info re ragihand: “Giftugoyên di navbera şanda danûstenkar a Herêma Kurdistanê û Bexdayê berdewam e û yek ji xalên wê jî şandina beşê Herêma Kurdistanê ji bûdceya Iraqê.”
Nebî got: “Tevî ku hîna bi fermî ew biryar nehatiye dan, lê tê çaverêkirin ku hefteya bê biryar di wî warî de bê dayîn.”
Ji aliyê xwe ve jî, berdevkê Wezareta Darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dilêr Tariq ji KDP.info re got: Hîna tu biryar div ê bare de negehiştiye me, hevdem dibêje: “Em tenê kar li gor piryarên fermî dikin, lê em hêvîdarin ew nûçeye rast be û hefteya bê beşê Kurdistanê ji bûdce were şandin.”




