25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li Sûriyê di meha borî de zêdetirî 8 hezar kes hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand ku di meha tebaxê ya borî de, zêdetirî 8 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin û di herdu mehên borî de 2 hezar û 366 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniyeke wê rêxistina Sûriyê, di tebaxê de, zêdetirî 8 hezar kes li Sûriyê hatine kuştin, di nava wan de, 3 hezar û 463 kesên sivîlin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji wê hejmara kuştiyan, nêzîkî 2 hezar û 800 ji hêzên opozîsyonê ne û zêdetirî 2 hezar û 385  kes ji hêzên rejîmê û çekdarên alîgirên wê ne.

Rewangeha Sûriyê di daxuyaniyeke din de aşkere kir ku di herdu mehên tebax û tîrmehê yên borî de, 2 hezar û 366 leşkerên artêşa Sûriyê hatine kuştin, ku di nava wan de zêdetirî 800 leşkerî şerê li dijî rêxistina DAIŞê li parêzgehên Hums û Reqayê de hatine kuştin yan jî ji aliyê wê rêxistina tundrew ve hatine îdamkirin.

Nûçeyên têkildar