26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cefer Êmînkî: Almanya di rewşeke dijwar de bi hewara Kurdistanê ve hat

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cigirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku vê care her bilez civaka navdewletî bi hewara Kurdistanê ve hatin, û Almaniya jî bi taybetî di vê rewşa dijwar de gelekî hevkariya Kurdistanê kir.

Dr. Cefer Îbrahîm Êmînkî, Cigirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê, di dema hevdîtinekê de ligel hejmareke xwendevanên warê siyaset û ragihandinê de yên welatê Almaniya, ragihand: “Em li hêviya cîhana azad in û vê carê civaka navdewletî bilez bi hewara Kurdistanê ve hat.”

Êmînkî sipasiya welatê Almanya jî kir ku biryarekî pir cidî wergirt bo piştevaniya pêşmergeyên Kurdistanê û ew biryar jî bi biryarekî wêrek bi nav kir û got: “Almanya di rewşeke dijwar de bi hewara Kurdistanê ve hat.”
 

Nûçeyên têkildar