25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Erdogan û Obama derbarê DAIŞê û pêvajoya çareseriyê dicivin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama dê sibê li bajarê Wales ya Brîtanyayê di civîna NATOyê de bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re bicive. Li gorî agahiyan mijara hevdîtinê êrîşên DAIŞê û pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka kurd e.

Sibê (4ê Îlonê) welatên endam di rêxrawa Hevpeymaniya Bakûrê Etles (NATO), li bajarê Wales yê Brîtaniya dicivin û ew civîn dê 2 rojan berdewam bikin. Roja yekemîn seat 13:05 Obama û Erdogan bûyerên Iraqê û metirsiya êrişên DAIŞê li ser navçeyê dinirxînin.
Di heyama 2 rojên borî de pirsa guhgirtina dezgeha Hewalgiriyê ya Amerîkî li navendên fermî yên welatê Tirkiyêyê belavbibû  û biyare Erdogan di wê civînê de dilgiraniya weltê xwe ji Obama re bide xuyanîkirin.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê DYAyê John Kirby piştî serjêkirina rojnamevanekî Amerîkî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve konferanseke rojnamevanî lidar xist û li wir de bersiva pirsekê da ku gelo Tirkiyê bi temamî hevkariya DAIŞê dike? Got: “Tirkiyê endamê NATOye, ku rola kilîlê di navçeyê de dibîne, lê xwe ji hinek pirsan dûr dixe, Wezîrê Bergiriyê DYAyê Chuck Hagel dê li ser wê mijarê ligel berpirsên Tirkiyê hevdîtinan pêk bîne.”
 

Nûçeyên têkildar