Mesrûr Barzanî: Pêdiviya me bi çekên giran, perwerdehiya leşkerî û çekên pêşkeftî û hevkariya darayî heye

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê komîteya leşkerî ya Senatoya Amerîkayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku ji bo şerê Kurdistanê ligel DAIŞê pêdiviya wan bi çekên giran, perwerdehiya leşkerî û çekên pêşkeftî û hevkariya darayî heye.
Îro çarşemê Şewirmendê Civata Ewlekariya Niştimanî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê komîteya leşkerî ya Senatoya Amerîkayê Senator Carl Levin û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtineke de behsa pêşhatên ewlekarî yên Iraq û Kurdistanê û herwiha hewldanên heyî yên bo pêk anîna hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.
Pişt re Şewirmendê Civata Ewlekariya Niştimanî ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara Barack Obama bo lêdana terorîstên DAIŞê bi biryareke cesûrane wesif kir û got: “Pêşkeftinên heyî wê yekê dixwazin ku lazime cografiyaya êrîşên asmanî yên Amerîkayê bo ser terorîstên DAIŞê were zêdekirin.”
Derbarê şerê navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DAIŞê de jî Mesrûr Barzanî eşkere kir ku ew şerê han pêdiviya xwe bi hewldanên hevbeş yên civaka navnetewî û pirçek kirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê heye û got: “Bo şerê han pêdiviya me bi çekên giran, perwerdehiya leşkerî û çekên pêşkeftî û hevkariya darayî heye.”
Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku jiber kemasiyên civaka navnetewî di warê lêdana ev grupa berber boşayî çê bûye lewre sistî kirin di vê warê de bijardeyeke nebaşe.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa hebûna terorîstên biyanî di nava DIŞIê de û herwiha metirsiyên wan terorîstan jî kir û got: “Bi hezaran terorîstên biyanî boku bibin endamên DAIŞê hatine deverê û ew terorîstên han di dawî de dibin metirsî bo ser asayîşa welatên xwe.”
Di dawiya hevdîtina han de her du alî behsa peywendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê kirin û tekez li ser domandina diyalog û rêbazên heyî yên ku Amerîka bo dabînkirina hevkarî bo hêzên pêşmerge girtiye ber kirin û herwiha tekez li ser lez kirin li ser çareser kirina kêşeya Tier3 ( pirsa derxistina navên PDK û YNK) di lîsteyên reş de) kirin.




