Amerîka 350 serbazên din dişîne Bexdayê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîka (DYA) Barack Obama ferman da ku welatê wî 350 serbazên din bişîne Bexdayê bo parastina navendên xwe yên dîblomatîk û karmardên ku di nav de kar dikin.
Koşka Spî di beyannamekê de ragihand : “Serokê (DYA) Barack Obama bi mebesta parastina dazgehên dîplomatîk ên Amerîka û karmendên xwe li Bexdayê, ferman da ku 350 serbazên dinê bişînin Bexdadê. Bi vê yekê hejmara serbazên Amerîkî li Iraqê dighêje 850 serbazan.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Serok rê bi Wezareta Berevaniyê daye da ku daxwazeke Wezareta Derve ya Amerîkayê cî bi cî bike û nêzîkî 350 serbazan bo parastina navend û dazgehên ewlekariyê yên Amerîka bişîne Bexdayê.”
Her di daxuyaniyê de hatiye: “Barack Obama di vê heftiyê de ligel welatên NATO pirsa girtina tevdîrên zêdetir li dijî DAIŞê û pêkanîna hevpeymaniyeke navdewletî bo piştevaniya gelê Amerîka û hevbeşên wê li hember metirsiyên DAIŞê bike.”
Herweha berdevkê bi navê Wezareta Berevaniyê ya DYAyê “Pantagon” John Kirby ragihand ku, bi şandina 350 serbazên dinê bo Bexdadê bo parastina dazgehên ewlekariyê yên Amerîka hejmara serbazên wan ku îsal şandine Iraqê dighêje 850 serbazan.
Herwiha Koşka Sipî ragihand jî: “Berpirsên mezin yên Amerîka, ji nav wan Wezîrê Derve John Kerry û Wezîrê Berevaniyê Chuck Hagel dê nêzîk serdana Rojhelata Navîn bikin da ku pirsa pêkanîna hevpeymaneke herêmî li dijî DAIŞê.”




