26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge bo azadkirina Zumarê amade ye.. Vekişandina wan ji ber mînan bû

Çavkanî: KDP.info

Zumar-KDP.info- Berpirseke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDKê)li eniyên şer li eniyên şer li navçeya Zumarê, sedema vekişandina hêzên Pêşmerge ji Zumarê aşkere dike û dibêje, vê carê eger em êriş bikin heta ku em bi nexin destê xwe, em ranawestin.

 

Hesen Xelo, berpirsê navçeya Dîcle ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zumarê ji KDP.info re ragihand: “Di 2 rojên borî de êriş kirin ser Zumarê, lê ji ber danîna rêjeke mezin ji bombe û mînan em vekişiyan dervey bajerok.”

 

Berpirsê navçeya PDKê got: “Niha hêzên Pêşmerge bi temamî xwe amade kirine, ji çend eniyan û hêzekî mezin, bi çekên giran xwe amadekirine bo operasyoneke mezin bo kontrolkirina Zumarê bi temamî.”

 

Xelo dibêje: “Em li hêviya fermanê ne da ku êrişên giran bikin ser DAIŞê û bi awayekî mezin wan bişkînin.”

 

Berpirsê navçeya Dîcle ya PDKê li Zumarê Hesen Xelo di dawiya gotina xwe de dibêje: “Çekdarên DAIŞê gelek bombe li Zumar danîne û pir mîn jî çandine, lê tîmên şareza bo pûçkirina wan teqeyan ligel me ne.”

Nûçeyên têkildar