26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ciwanên Efrînê ji ber PYDê direvin

Çavkanî: KDP.info

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Çekdar û asayişa (PYDê) li Rojavayê Kurdistanê berdewamin li ser astengî û girtina çalakvanên Kurd bi taybetî endamên (PDK-S), ku herî dawî endamekî wê partiyê ligel malbata wî nefîkirin.

 

Li bajarê Efrînê, çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYDê), endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriya (PDK-Sê) bi navê Ceger Hemo neçar kir ku ligel malbata xwe ji Efrînê derbikeve.

 

Ev kiryar piştî wê yekê hat ku (PYDê)  di roja 29ê tebaxa borî de Ceger Hemo ji girtîgehên xwe berda bû.

 

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistan Sûriya (PDK-Sê) Ebdulrehman Apo di daxuyaniyekê de bo Rojava News re got ku Ceger Hemo jêre gotibû divê ew bi zûtirînn dem ji bajêr derbikeve ji ber ku çekdarên (PYDê) wî agahdar kiribûn ku dosya wî nahatiye girtin û dê careke din wî bigrin.

 

Apo da zanîn ku bi awayekî giştî rewşa bajarê Efrînê pir xerab e û bi sedan xortên kurd ji Efrinê derketine bi sedema kiryarên PYDê.

 

Ceger Hemo li gundê Dîke yê ser bi Efrînê ve ye û sala 1982an ji dayikbûye û ew bavê 3ê zarokan e.

 

Nûçeyên têkildar