26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Holenda dê pêşmergeyên birîndar çareser bike

Çavkanî: KDP.info

Holenda-KDP.info Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê dibêje, di civînekê de navbera şanda nûneratiya hikûmeta Kurdistanê û Wezareta derve ya Holenda de, Holenda biryar da ku Pêşmergeyên birîndar bibe welatê xwe yan jî tîmeke pizîşkan bişîne Kurdistanê û wan çareser bikin.

 

Delawer Xalîd Ajgeyî, nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê ji KDP.info re ragihand: “Şandek ji nûneratiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê serdana Wezareta derve ya Holenda kir û ji aliyê berpirsê beşa Rojhelata navîn li Wezareta derve xanim Janêt Elbêrda pêşwazî li wan hat kirin.”

 

Ajgeyî wiha axivî: “Di wê civînê de Holenda biryar da ku Pêşmergeyên birîndar bibe welatê xwe yan jî tîmeke pizîşkan bişîne Kurdistanê û wan çareser bikin.”

 

 

Nûçeyên têkildar