26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parêzgeha Dihokê dê kampeke nimûneyî bo hezar malbatên koçber ava bike

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Parêzgarê Dihokê ragihand ku komîteyek bo avakirina kampeke taybet û nimûneyî bo koçberan hatiye pêkanîn da ku di demekê pir kêm de li ser erkê hikûmeta Herêmê û ji aliyê îdareya parêzgeha Dihokê ve bo 1000 malbatên koçberan bê avakirin.

 

Ferhad Etrûşî, Parêzgarê Dihokê ragihand 2 kêşeyên herî sereke li pêşiya wan hene bo gehandina xizmetê bi wan koçberan, avakirina kampan û peydakirina xwarinê ji wan re.

 

Etrûşî herwiha got: “Li piştî bûyerên Şingalê zêdetirî 515 hezar kes ji Şingal û Tilkêf û navçeyên derdora wê hatine Dihokê, ev jî ji bilî hebûna hejmareke mezin ji penaberên Rojavayê Kurdistanê û hejmareke mezin ji koçberên Erebên Iraqê ku ev çend salin li Dihokê ne, niha zêdetirî 500-600 hezar koçber û penaber li Parêzgeha Dihokê ne.”

 

Ferhad Etrûşî ragihand ku “komîteyek bo avakirina kampeke taybet û nimûneyî bo koçberan hatiye pêkanîn da ku di demekê pir kêm de li ser erkê hikûmeta Herêmê û ji aliyê îdareya parêzgeha Dihokê ve bo 1000 malbatên koçberan bê avakirin.”

Nûçeyên têkildar