Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê: DAIŞê li Şingalê jenosîd kiriye

Hewlêr-KDP.info- Rêxistina Navdewletî ya Lêborînê (Amnesty International) dibêje, DAIŞê jenosîd û tawanên şer li dijî kurdên Êzîdî li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kiriye. Rêxistin daxwaz ji civaka navdewletî dike ku bilez hevkariyên mirovî bighînin penaberên Herêma Kurdistanê.
Rêxistina Amnesty International, raportek di bin navê “Jenosîdek Bi Pîvanên Dîrokî” de derbarê êrişa çekdarên DAIŞê li ser bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê belav kiriye û tê de tekez kiriye ku DAIŞê li Şingalê komkujî û jenosîd li dijî kurdên Êzîdî kirine û bi sedan sivîl îdam kirine.
Amnesty International daye zanîn ku belge di destê wê de hene ku nîşan dide DAIŞê gellek komkujî li devera Şingalê pêk aniye ji ber wê jî divê civaka navdewletî bilez alîkariyên mirovî bighînin penaberên Herêma Kurdistanê.
Di raporta Amnesty Internationalê de hatiye gotin ku DAIŞê devera Şingalê kiriye wek kuştargehekê.
Wê rêxistina mafên mirov bal kişandiye ser komukjiya li gundê Koço ku roja 15ê Tebaxê çêbibû her wiha komkujiya gundê Qîniyê ku roja 3ê heman mehê çêbibû. Di encama wan komkujiyan de bi sedan kes ji aliyê DAIŞê ve hatin îdamkirin.
Rêxistina Lêborînê herwiha eşkere kiriye ku bi hezaran jin û zarokên kurdên êzîdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin û bi hezaran jî ji ber êrişên wê rêxistina radîkal reviyane.




