26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Hoşyar Zêbarî: Dibe ku beriya 11ê Îlonê kabîneya nû pêk bê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Iraqê, Hoşyar Zêbarî ragihand ku rêkeftinek di navbera tevahiya aliyên siyasî de heye ji bo çareserkirina nakokiyan û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê. Zêbarî eşkere kir, dibe beriya 11ê Îlonê kabîneya nû pêk were.

Wezîrê Derve yê Iraqê û serokê şanda danûstankar a Herêma Kurdistanê di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de Hoşyar zêbarî di dixuyaniyekê de bo televîsyona Sky News a Erebî tekez li ser hebûna rêkeftinekê di navbera aliyên siyasî yên Iraqê bo çareserkirina nakokiyan û pêkanîna hikûmeta nû kir û got: “Em di nava danûstandin û giftûgoyan de ne.”

Zêbarî diyar kir ku rêveberiya Herêma Kurdistanê ligel wê yekê ye ku kurd beşdar bin di paşxistina guhertinên siyasî li Iraqê de.

Hoşyar Zêbarî wiha axivî: “Rewşa Iraqê û pêşveçûna DAIŞê li çend parêzgeh û bajarên Iraqê bû sedema wê ku hêzên siyasî û civakî yên Iraqê nêzîkî hev bibin.”

Serokê şanda danûstankar a kurdî amaje bi wê yekê da ku civîn û hevdîtinên aliyên siyasî di rewşeke baş de derbas dibin û dibe ku beriya dema diyarkirî ku 11ê Îlonê ye, kabîneya nû were ragihandin.

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, siyasetmedarê iraqî yê şîe Heyder Ebadî ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar kiriye. Ebadî divê heta 11ê Îlona îsal kabîneya nû pêk bîne.

Nûçeyên têkildar