26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Elawî li ser pêwîstiya tevahiya pêkhatan di hikûmeta nû de hevre bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê li Encûmena Nûnerên Iraqê kir û herdû alî li ser ewe hevre bûn ku pêwîste li pêkanîna Hikûmeta nû de daxwaz û hêviyên hemû pêkhatên Iraqê li ber çav bê girtin. Eve jî dûpat kir ku ji bo serketina li şerê terorîstan pêwîste çareseriya siyasiya guncaw jî bê peydakirin.

Îro sêşem 02.09.2014 li Selahedîn Mesûd Barzanî pêşwaziya Eyad Elawî Serokê Lîsta Niştîmaniya Iraqê li Encûmena Nûnerên Iraqê kir.

Li hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya Iraqê û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê xistin ber behs her wiha tehdîdên terorê ya ser Kurdistan û Iraqê û serkeftinên vê dawiyê ya Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstên DAIŞê nirxandin û di derbarê rewşa koçberan û jiyana wan guftûgoyê kirin.

Her li vê hevdîtinê de her dû alî li ser ewe hevre bûn ku pêwîste li pêkanîna Hikûmeta nû de tevahiya pêkhatan beşdarbin û daxwaz û hêviyên hemû pêkhatên Iraqê li ber çav bê girtin. Eve jî dûpat kir ku ji bo serketina li şerê terorîstan pêwîste çareseriya siyasiya guncaw jî bê peydakirin. Li vê hevdîtinê de tekez jî li wê yekê kirin ku pêwîste Hikûmeta Iraqê pabendî wan berpirsiyariya bibê ku ji bo yarmetîdan û vegerandina koçberan li ser şana wê ye.

Nûçeyên têkildar