Serok Barzanî qanûna Referandomê pesend kir

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qanûna bûdceya partiyên siyasî û qanûna Komîsyona Hibijartinan û referandomê pejirand.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher, di daxuyaniyekê de ji KDP.info ragihand, Serok Barzanî qanûna jimare 4 a Komîsyona Hilbijartinan û referandomê her wiha qanûna jimare 5 a bûdceyê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pejirand.
Cewher da zanîn, ew qanûn roja 31ê Tebaxa îsal ji aliyê Serok Barzanî ve hatine îmzekirin.
Tariq Cewher diyar kir ku piştî ku ew qanûn di di rojnameya fermî de hatin belavkirin dê bikevin piratîkê.




